5 October 2025 - 12:08
Li Êlihê bûk û zavayek perê şîva daweta xwe bexşê Xezzeyê kirin

Bûk û zavayek çend roj berê li Êlihê zewicîn û tevgerekî mînak nîşan dan. Perê şîva daweta xwe ku ew ê bidana mêvanên xwe bi navbeynkarîya Komeleya Karwana Hêvîyê bexşê Xezzeyê kirin.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Serokê Komeleya Karwana Hêvîyê Nurettîn Teymur, îfade kir ku ew ji ber vê bexşê gelek kêfxweş bûne û vê tevgera mînak teqdîr dikin.
 “Ji bona ku Xezzeyê ji rojevê dernexin…”
Teymûr got, “Em wek Karwana Hêvîyê ji ber ku ji xêrekî dinê re bûne wesîle gelek kêfxweş in. Birayê me yê Bîlal, bi tevî pîreka xwe ji Xezzeyê re bêdeng neman, Xezzeyê ji rojeva xwe dernexistin û ji xûşk û birayên me yên li wê derê re bi pereyên şîva daweta xwe alîkarîyê kirin. Rebbê min ji wan razî be.”
 “Em nikaribûn ji zilmê re bêdeng bimana”
Bîlal Sarialtun ku diyar kir ew ji qirkirin û zilma li Xezzeyê re nikaribûn bêdeng bimana weha got:
 “Me çend roj berê sinneta Pêxemberê(S.X.A) me, zewacê bicîhanît. Me heqê şîva ku yê di dawetê de bidana mêvanan bi navbeynkarîya Komeleya Karwana Hêvîyê xwest ku ji xûşk û birayên xwe yên li Xezzeyê re bişînin. Ev bû 2 sal e li wê derê qirkirin, zilm û wehşetek ku mîna wî nehatîye dîtin tê jîyandin. Xûşk û birayên me yên li wê derê têne kuştin, hemû kes jî ji vêya re bêdeng dimîne. Hinek Misilmanan malê xwe, hinek wesayîta xwe, hinek zêr û zîvên xwe bexş kirin, zarok jî kumbereyên xwe bexşê Xezzeyê kirin. Me jî xwest ku em perê şîva daweta xwe bexş bikin. em ji Xwedê hêvî dikin ku bila di demeke kurt de ev zilm bidawî bibe û Xwedê nimêjkirina li Mescîdî (mizgefta)Eqsayê ji me re bike nisîb.” (ÎLKHA)

Your Comment

You are replying to: .
captcha